03 Tebax 2019•Rojanekirin: 05 Tebax 2019
Li başûrê Iraqê mezeleke komî ya Kurdan hat dîtin ku di dema Sedam Huseyîn da hatine kuştin.
Li gor agahiyên ku li Iraqê ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan li wilayeta Musennayê (Semawa) ya Iraqê mezeleke komî ya Kurdan hat dîtin ku di dema Sedam Huseyîn da hatine kuştin. Ji mezelê komî herî kêm hestiyên 170 kesan hatin derxistin.
Li gor agahiyan hestiyên ku ji mezelê li dorbera rojavayê wilayeta Musennayê ye hatin derxistin yên welatiyên Kurd in ku li herêmên di navbera wilayetên Silêmanî û Diyalayê da diman.
Piştî nûçeyên der barê dîtina mezelê komî da derketin gelek Kurd ji bona hestiyên xizmên xwe bibînin çûn herêmê.
- Mezeleke komî ya Kuweytiyan jî hat dîtin
Hefteya borî jî li wilayeta Musennayê mezeleke komî ku tê texmînkirin yê Kuweytiyan e hatibû dîtin.