11 Tebax 2016•Rojanekirin: 12 Tebax 2016
ANKARA
Arîkarê Midûrê Giştî û Berpirsyarê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Metîn Mûtanoglu ji bo sersaxiyê çû Serokatiya Daîreya Herekata Taybet a ku di dema teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) de F-16an ew bombebaran kir.
Mûtanoglu bi Kordînatorê Akademoya Nûçeyan a Ajansa Anadoluyê Umît Sonmez û Arîkarê Kordînatorê Akademiya Nûçeyan a Ajansa Anadoluyê Hayrî Çetînkuş re Serokatiya Daîreya Herekata Taybet a Midûriya Giştî ya Ewlehiyê ya li Golbaşiyê ya ku bû hedefa eskerên ku beşdarî teşebûsa derbeyê bûn, ziyaret kir.
Mûtanoglu der heqê êrîşa bibombe ya lu şeva 15ê temûzê balafirên şer kirin û şehîdan de ji rayedaran agahî sitand û bi Arîkarê Serokê Daîreya Herekata Taybet Mahmdu Yenîkalayci re hat bal hev.
Mûtanoglu ji bo kesên ku di dema teşebûsa derbeyê ya FETO de şehîd ketin sersaxiya malbata Ajansa Anadoluyê ragihand û pirtûka "Kêlî bi Kêlî Teşebûsa Derbeyê ya FETO" ya ku tê de kronolojiya teşebûsa derbeyê ya di 15ê temûzê de heye, têkoşîna demokrasiyê bi wêneyan tê nişandan û ji aliyê Ajansa Anadoluyê ve hatiye amadekirin diyar kir.