Önder Beyter
30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
ANKARA
"Perwerdeya Nûçegihaniya Vejenê" ku bi kordînasyona Ajansa Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirkî (TÎKA) û Ajansa Anadoluyê (AA) ji bo rojnamegerên biyanî tê lidarxistin, dest pê kir.
Ji Filistîn, Iraq, Libnan, Misir, Urdin, Somalî, Sûdan û Tûnisê 24 kursiyer beşdarî bernameya ku di çarçoveya vîzyona AAyê ya gihandina nûçegihanên qadê yên serkeftî da di bin sîwana Akademiya Nûçeyan a AAyê da tê lidarxistin, dibin. Di çarçoveya bernameya ku zimanê wê yê perwerdeyê Erebî ye da dersên ku dê bi Tirkî bên vegotin, dê bi wergera sîmultane bo Erebî bên wergerandin.
Alîkarê Kordînatorê Akademiya Nûçeyan a AAyê Hayrî Çetînkuş der heqê perwerdeyê da agahî da kursiyeran û diyar kir ku ew di demên diyarkirî da seba nûçegihanên ku ji çarheqalê dinyayê tên, bernameyên perwerdeya nûçegihaniyê li dar dixin.
Çetînkuş bal kişand, bi vê perwerdeya ku bi hevkariya AA û TÎKAyê tê dayîn va nûçegihan dê tecrubeya xwe ya pîşeyê pêşdatir bibin û wiha dewam kir, "AA helwesta xwe ya ji bo nûçegihanê xwe, bi heman awayî nîşanî van nûçegihanên ku ji derva tên jî dide. Di vê çarçoveyê da ji bo damezirandina zimanekî hevbeş di warê vejenê da ev perwerde gelekî girîngiya xwe heye."
Alîkarê Edîtorê Nûçeyên Vejenê yên AAyê Bariş Saglam jî diyar kir ku AAyê, Edîtoriya Nûçeyên Vejenê û malpera Termînala Vejenê damezirandin da ku geşedanên li Tirkiyeyê yên di warê vejenê da ji dinyayê ra ragihîne û yên li dinyayê jî ji Tirkiyeyê ra ragihîne.
- 78 saet dersên pratîk û teorîk dê bên dayîn
Perwerdeya Nûçegihaniya Vejenê ku AA bi hevkariya TÎKAyê li dar dixe, dê heya 10ê tebaxê dewam bike. Di dawiya bernameya ku dê 78 saet dersên pratîk û teorîk dê bên dayîn da dê sertîfîkayê bidin beşdarên serkeftî.
Di çarçoveya bernameyê da ligel pisporên ji Saziya Verastkirina Piyaseya Vejenê û herwiha yên ji Petrola Tirkiyeyê, dê Edîtorên Nûçeyên Vejenê yên AAyê û ji Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn Prof. Dr. Oktay Tanrisever û ji TurkStreamê jî Dr. Cenk Pala dersê bidin.
Di di warên cuda yên wekî dezgehên navneteweyî yên vejenê, aboriya vejenê, dîplomasî û ewlehiya vejenê, hiqûqa vejenê û polîtîkayên herêmî yên vejenê, nûçegihaniya vejenê, rêbazên nivîsîna nûçeyên vejenê da dê agahî û zanyariyan bidin. Di çarçoveya perwedeyê da zanyariyên pratîk û tecrubeya qadê jî dê bi beşdaran ra bên parvekirin û herwiha dê seredana saziyên têkildar bên kirin.