10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê Efrînê da wiha got: "Serokomarê me got 'em ê şevekê ji nişkê va bên.' Ev gotineke bêbingeh nîne. Di vê mijarê da leşker, îstixbarat û hereketa me ay taybet xebatan dikin û wê bikin. Dema hewcedarî çêbû û dema hat em ê wekî Mertalê Feratê ji nêz va midaxeleyî wir bikin."
Çavuşoglu li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir fikra ku YPG tekane temsîlkarê kurdan e şaş e û wiha got: "Kî rêxistina terorê ji xwe ra dike temsîlkar. Kesên radîkal û yên bi zextê ji mecbûrî serî danîne wiha dikin."
Çavuşoglu diyar kir dema di navbera rejima Esed û Tirkiyeyê da pirsgirêk derketin rejima Esed ji Qendîlê bangî Salih Mislim kir û wiha axivî: "Serokwezîrê wê demê jî Riyad Hicab bû ku serokê berê yê Lijneya Bilind ya Mizakereyê bû. Riyad Hicabê derbasî mixalefetê bû dibêje 'me bi hev ra bang kir.' Em tenê wiha nabêjin Amerîka û Ewropa jî dibêje. Esad telîmat yan jî telqîn dike ku Salih Mislim terorîstên li Sûriyeyê kom bike û êrîşî Tirkiyeyê bikin. Loma ji Qendîlê hat vexwendin. Yanê Salih Mislim ji Qendîlê hatiye. Ji bona balê bikşînim ser têkiliya di navbera YPG û PKKyê mînakeke wiha didim."
Mevlut Çavuşoglu der barê Efrînê da wiha got: "Serokomarê me got 'em ê şevekê ji nişkê va bên.' Ev gotineke bêbingeh nîne. Di vê mijarê da leşker, îstixbarat û hereketa me ya taybet xebatan dikin û wê bikin. Dema hewcedarî çêbû û dema hat em ê wekî Mertalê Feratê ji nêz va midaxeleyî wir bikin."
Çavuşoglu destnîşan kir ji Sûriye û Iraqê yan jî ji derveyî sînor ji kê tê bila were dema gef û talûke çêbe Tirkiyeyê li gor heqê xwe yê hiqûqa navneteweyî tevbigere.
Mevlut Çavuşoglu diyar kir heger Tirkiye polîtîkaya xwe ya derva li gor têkiliyên xwe yên bi hin dewletan ra eşkere bike wê nikaribe gef û talûkeyan berteref bike û wiha got: "Heger em wisa bifikiriyana operasyona Mertalê Feratê çênedibû. Li gor min zûtir bihata kirin wê çêtir bûya. Li Efrîn û Iraqê yan jî li derkeke din be ferq nake, em guh nadin û nafikirin ka di nav koalîsyonê da ye yan jî hevalbendên me çi difikirin. Bi vî awayî nabe."
- "Ji bo navbeynkariyê herdu alî jî bang dikin. Ligel mijarên dualî em ê li ser vê meseleyê jî biaxivin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bal kişand ser têkiliyên dualî yên di navbera Bexda û Hewlêrê da û got: "Ji bo navbeynkariyê herdu alî jî bang dikin. Ligel mijarên dualî em ê li ser vê meseleyê jî biaxivin."
Çavuşogluyê bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û mijarên di rojevê da nirxand û pirsên edîtor û nûçegihanan bersivand.
Ji Çavuşoglu hat pirsîn ku "Têkiliya Tirkiyeyê ya bi rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo çêtir bibe divê kîjan şert û merc bi cih bên? û Çavuşoglu diyar kir ku kurdên li bakurê Iraqê jî dîtin ku biryara referandumê gaveke çiqas xelet bû û heta heqê di destê wan da bû ji ji wan stend û di vê rewşê da PKKya rêxistina terorê jî hewl da ku kantonê îlan bike.
Çavuşoglu ragihand ku berpirsê vê yekê Mesûd Barzanî ye û wiha pê da çû: "Ji niha pê va divê Bexda û Hewlêr li hev bikin. Daxuyaniya Hewlêrê ya ku wê li gor biryara Dadgeha Makezagonê ya Iraqê tevbigerin, gaveke erênî ye lê di vir da divê lihevkirineke teqez pêk bê. Di vê mijarê da ya ku ji destê me bê em amade ne bikin. Hewlêr divê makezagona hikûmeta navendî teqez qebûl bike û ji niha pê va dev ji wan gavên tewşo mewşo yên ku ji bo yekîtiya axa Iraqê tehdîd in berde û dûr bisekine. Heke hûn li welatekî bijîn qanûn û makezagona wî welatî divê qebûl bikin. Jixwe wan qanûnan di meclisê da hûn jî qebûl dikin. Heqên we yên makezagonî hene û bê pirsgirêk emilandina wan jî heqê we ye. Me beriya referandumê ji bo heqên wan ên di makezagonê da jixwe piştgirî da wan.
Heke ev asayîbûn pêk bê û ji xwe ji bo vê em jî amade ne ku piştgiriyê bidin vê yekê, jixwe ji rêveberiya herêmî jî daxwazeke wiha heye û dixwazin em bikevin navê. Îhtimaleke mezin di 21ê rêbendanê da emê herin Bexdayê û tevlî mijarên dualî emê li ser van mijaran jî biaxivin. Daxwaza me ew e ku di çarçoveya yekîtiya axa Iraqê da ev pirsgirêk bên helkirin. Heke ev pirsgirêk hel bibin jî û Hewlêr jî vê qebûl bike bi Hewlêrê ra tu pirsgirêka me namîne."