Muhammet Kurşun
22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 23 Nîsan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, bi munasebeta 23ê Nîsanê Cejna Zarokan ragihand ku; "Em mucadeleyê dikin ku hêzên muselletî îradeya neteweyî bûne berteref bikin. Şerê me ji bo wê yekê ye ku em pêşerojeke aram û ewle ji bo zarokên xwe re bihêlin."
Serokomar Erdogan, bi munasebeta 23ê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî peyameke pîrozbahiyê weşand.
Erdogan der barê guherîna destûrê û gavên ku tên avêtin de wiha nirxandin kir:
"Em mucadeleyê dikin ku hêzên muselletî îradeya neteweyî bûne berteref bikin. Şerê me ji bo wê yekê ye ku em pêşerojeke aram û ewle ji bo zarokên xwe re bihêlin."
Erdogan wiha dewam kir:
"Destûra ku bi referandûma 16ê Nîsanê hat qebûlkirin hem ji aliyê demokrasî hem jî meclisê ve xaleke tarîxî ye. Temînata pêşeroja me zarokên me ne. Ew dê li Tirkiyeke mezintir, bihêztir, dewlemendtir û biîstiqrartir bijîn. Ji bo vê yekê emê bi hemû hêza xwe bixebitin."