Türkan Tosun
25 Mijdar 2020•Rojanekirin: 26 Mijdar 2020
Li Batman, Bayburt, Bursa, Elezîz, Kahramanmaraş, Qers, Meletî, Mûş û Nîgdeyê 25 deşt wek "qada parastinê ya deşta mezin" hatin diyarkirin.
Biryara Serokomariyê ya ku hin deşt wek qada parastinê ya deşta mezin bên diyarkirin di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Hin deştên ji hêla çandiniyê va dewlemend in ji ber hezaz, qirêjî, bikaranîna wan a nebaş û şaş xerab dibin û dewlemeniya axa van deştan kêm dibe.
Ji bo ku rê li ber van tevgeran bê girtin û hin deşt wê bên parastin biryar hat dawîn ku ew bên parastin.
Li gor vê biryarê deştên wek "qada parastinê ya deşta mezin" hatine diyarkirin ev in:
"Li Batmanê Deşta Kersosê, li Bayburtê deştên Aydintepe, Beşpinar, Demirozu û Yazibaşiyê, li Bursayê deştên Gulluce, Îznik, Orhanelî, Orhangazî û Melîkê, li Elezîzê deştên Karakoçan û Kovancilarê, li Kahramanmaraşê deştên Altinyayla û Yeşîlovayê, li Qersê deştên Akyaka Demirkent, Merkez Dîkme û Susuzê, li Meletiyê deştên Eymîr Kizik, Kale û Yeniceyê, li Mûşê deştên Bulanik, Lîz û Milazgirê, li Nîgdeyê deştên Emînlîk û Hacibeyliyê."