Türkan Tosun
25 Mijdar 2020•Rojanekirin: 25 Mijdar 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo bajarên Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê hişyariya qeşa û cemedê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be, li dora Hekariyê jî şilope û cihên bilind jî berfê bibare.
Tê texmînkirin ku li herêmê germahî wê li gor demsalê be, serê sibê û şev qeşa û cemed wê çêbibe.
Ji aliyê başûr car caran bayekî nîveqewî û car caran jî bayekî xurt wê bê.
Li Gola Wanê ba wê ji rojava û bakurê rojava di saetê da 30 kîlomêtro bilez bê, dîtina mesafeyê jî wê zelal be.
Li herêmê bi şev germahiya herî kêm a hewayê wê li Muşê 10, li Hekarî û Wanê 9 û li Bidlîsê jî 6 pile be.
Şev û serê sibê ji ber ku li cihên bilind ê herêmê qeşa û cemed çêbibe, hişyarî hat dayîn ku gel bi tevdîr be.