14 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2016
MUŞ
Li Mûşê heywandar digel ku ê 4 hezar lire mehane, 50 kîlo penîr didin şivanan û nan û cilê wan jî wê li ser wan be, lê dîsan jî şivan bi dest wan nakevin.
Ramazan Çelikê ku li bajarokê Yeşilovaya Mûşê karûbarê heywandariyê dike destnîşan kir ku afîşên lêgerîna şivanan çap kirine û tê da nivîsîne, bi 4 hezar lire mehane li şivanan digerin tevî mehaneyê jî wê 50 kîlo penîr, hirî, kontorên telefonê, cil û berg, pêlav û alîkariyên curbicûr bidin wan.
Çelik anî ziman ku ji ber nebûna şivanan jin û zarokên wan bi rojê û zilam jî êvarê heywanên wan diçêrînin.
Belkise Çelikê jî got ku ji ber nebûna şivan kurê wê dev ji xwendina xwe berdaye û wiha pê da çû, "300 pezê min hene lê şivan bi dest me nakeve. Kurê min ji ber vê dev ji xwendina xwe berda. Ez û kur û neviyê xwe em bi dorê diçin ber pêz. Mehaneya midûrekî 4 hezar û 500 lire ye tevî ku emê hewqasî bidin şivan dîsan jî bi dest me nakevin."
Yek ji ajeldaran Sureyya Ok got, "Emê 4 hezar lire mehane û alîkariyên weke hirî, pêlav bidin şivan, lê dîsan şivan tunene."