Elif Orhan
12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2016
VAN
Abdullah Burgazê ku bi dilxwazî beşdarî Şerê Koreyê bû, li Başkaleya navçeya Wanê eskerên ku dijî terorê têkoşîn didin ziyaret kir û qala qehremeniyên eskerên Tirkiyê ên li Koreyê kir.
Burgaz di yekîneya dilxwaz a ku Tirkiyeyê di 10ê sermaweza 1950yan de di bin fermandariya Tûxgeneral Tahsîn Yazici de şand Şerê Koreyê cî girtibû. Bûrgaz qehremaniyên eskerên Tirk ên qasî seranserê salekî nîşan dan bi eskeran re parve kir.
Xazî Burgazê 90 salî li Lîvaya Hidût a 4emîn a Başqaleyê ya girêdayî Fermandariya Alaya Hidût a 6emîn bi eskeran re hat bal hev û qala taybetmendiyên Tirkiye û eskerên Tirkiyeyê yên di vê şerê de kir. Burgaz qal kir dema ku di bin gulebarana dijmin de bûn serdestiyê bi dest xistin û got ku bi hêza manewî ya ku ji baweriyê derdikeve peywirên xwe bi serkeftî bi cî anîn.
Burgaz qal kir ku ji tariya şevê sûd wergirtin û mangayek eskerên ku li herêma dijminan asê mabûn xilas kirin û wiha axivî: "Eskeriye wekî mala pêxember e. Ez di sala 1946an de çûm eskeriyê û min 4 sal eskerî kir. Ez wir bi dilxwazî beşdarî Şerê Koreyê bûm. Ez piştî salekî dijwar ji Koreyê vegeriyam. Ez ji bilî Xwedê ji tu kesî natirsim. Ji ber vê yekê jî em bi îzna Xwedê me karî ku em bi serkeftî ji wir jî vegerin. Me didît ku eskerên welatên din ên li gel me ditirsin û ji hiş diçin. Wan xwe sipart li pişt eskerên Tirk û di heyatê de man lê çi hewce dikir me kir. Şikir ji van rojên me re. Heke îro jî bişînin ez dê dîsa ji bo welatê xwe biçim."
Burgaz da zanîn ku ew sirûdên ku eskerên Tirk li Koreyê digotin ji bîr nekir û dema ku tê hişê wî dibêje û eskerên di hêwanê de ji bo wî gelekî çepik lê xistin.