Önder Beyter
25 Mijdar 2019•Rojanekirin: 27 Mijdar 2019
Xelfetiya ku beşeke wê di binê ava Bendava Bîrecîkê da maye û ji ber taybetiya wê ya aram, bi destê Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Cittaslowê sala 2013an li tora "bajarê aram" hat zêdekirin, demsala payîzê reng û xemleke cuda li xwe kir.
Navçeya ku bi malên kevir ên dîrokî û bedewiyên xwezayî va wekî "bihuşta veşartî" ya Başûrê Rojhilatê tê tewsîfkirin, bala geştiyarên xwemalî û biyanî dikişîne.
Piştî ku demsala havînê ku gelekî germ derbas bû ciyê xwe da demsala payîzê, geştiyaran careke din berê xwe da navçeyê.
Li navçeyê nexasim ji ber qelebalixiya dawiya hefteyê, turîzmvan zehmetiyê dikişînin ku bersivê bidin teleban. Herwiha ji bo turîstên xwemalî û biyanî derfeta dîtina "gula reş" jî tê dayîn ku di seraya ku bi destê Şaredariya Xelfetiyê li qeraxê bendavê hatiye çêkirin da tê danîn.

Xelfetiya ku par qedera 600 hezar geştiyar ezimand, di serdema rêbendan-mijdarê da jî nêzîkî 800 hezar kesî ezimand.
- Hedef ezimandina milyonek ziyaretvanî ye
Şaredarê Xelfetiyê Şeref Albayrak di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku beramberî du salên derbasbûyî, hejmara geştiyarên ku sala 2019an hatin navçeyê, zêdebûneke girîng heye.

Albayrak bal kişand ku hedefa wan a ji bo îsal, ezimandina milyonek geştiyarî ye û herwiha ew gelekî nêzîkî vê reqamê bûne û wiha dewam kir:
"Sala çûyî qedera 600 hezar geştiyarî navçeya me ziyaret kir. Reqamên berdest nîşanî me didin ku em ê hedefa xwe ya îsal a milyonekî pêk bînin. Sala 2019an 'Sala Girê Mirazan' hat ragihandin û lewma jî vê yekê li ser van amaran bandoreke gelekî erênî kir. Herwiha helbet tesîra xebatên me jî heye di bidestxistina van reqaman da."

- Esnaf jî memnûn e
Kargerê restoranê Kadir Arslan jî diyar kir ku payîzê ji ber ku li navçeyê hewa xweş e û herwiha betlaneya navberê jî kirin ku liv û lebat li navçeyê zêde bibe.
Arslan da bibîrxistin ku li gelek herêmên Tirkiyeyê sezona betlaneyê hatiye girtin, lê li Xelfetiyê berevajiyê vê yekê, liv û lebat zêde ye û lewma esnaf jî memnûn e.