Bülent Temiz
21 Îlon 2023•Rojanekirin: 22 Îlon 2023
Îsmaîl Yalçinê ku li Karliovaya navçeya Bîngolê berbertiyê dike, bi birayên xwe ra ji bo eleqedarî û xwedîderketina kesên salmezin zêde be kalên ku emrê wan ji ser 65an ra ne û astengdaran bê pere traş dike.
Yalçin du sal e li navçeya Karliovayê di kargeha xwe ya ser kolana Cumhuriyetê da berbertiyê dike û ji bo ku dilê kal û astengdaran bikire û alîkariya wan bike, projeya berpirsyartiya civakî da destpêkirin.
Yalçin nêzî salek berê biryar da ku kalên emrê wan ji ser 65an ra ne û astengdaran bê pere traş bike. Yalçin bi navendên rehabîlîtasyonê yên navçeyê ra ket têkiliyê û xwendekarên ku ji van deran tên jî bê pere traş dike.
Yalçin wiha got, "Nêzî salekê ye ku me ev daye destpêkirin. Em dixwazin alîkariya kal û astengdaran bikin. Ew jî ji me ra dia dikin."