Bülent Temiz
29 Adar 2022•Rojanekirin: 29 Adar 2022
Li navçeya Bîngolê Karliovayê ya raqim 1940 di demsala biharê da jî xebata ekîbên berfê didome.
Li navçeya ku berfê navê xwe dayê, di meha adarê da berfa bi qasî 2 metreyî stûr li ser jiyanê dibe sedema zehmetî û tengasiyan.
Li navçeya biberf ekîb bênavber dixebitin ku rê vekirî bimînin.
Ekîban li Taxa Kanîtextê rêya girtî vekir, li devera ku stûriya berfê 2 metre hat pîvan, xebateke zehmet meşand.
Li gorî agahiya ku ji Rêveberiya Taybet a Parêzegehê hat sitandin, li Karliovayê ji ber berfê rêya 3 mezreyan girtî ye.
Operatorê makîneya kar Sedrettin Kalkan ê beşdarî xebatên berfê bû, diyar kir ku tekoşîna wan a berfê di demsala biharê da jî didome.