Önder Beyter
14 Gulan 2019•Rojanekirin: 15 Gulan 2019
Hunermend Berdan Mardînî li Mêrdînê li taxa ku lê hatiye dinyayê û mezin bûye, fabrîqeyekê ava dike.
Fabrîqeya rûn û ava gulan a ku pêvajoya avakirina wê bi destê Mardînî, li Taxa Yaylabaşiyê ya Artukluya hat destpêkirin, berev temambûnê ye. Mardînî herwiha dê 2 meh şûnda fabrîqeya ku dê tê da 50 kes bên îstixdamkirin veke û herwiha dê li taxê li ser hezar û 500 donim erdî gul û lewante jî bajo.
- Yekûna veberhênanê 12 milyon lire ye
Mardîniyê ku der heqê fabrîqeyê da agahî da peyamnêrê AAyê, diyar kir ku erdê Mezopotamyayê ku memleketê wî jî di navê da dimîne, gelekî bi ber û berhem e.
Mardînî bal kişand, ji bo ku li bajêr danîna gulan pêş biçe, wî dest bi projeyeke bi vî rengî kir.
Mardînî diyar kir ku yekûna fabrîqeya ku dê qederek şûnda vebe, 12 milyon lire ye û herwiha ji bo danîna gul û lewanteyê jî xebatên wan berdewam in û wiha dewam kir, "Gul vedigere welatên xwe yê eslî. Em bi ajotina gul û lewanteya li ser hezar û 500 donimî va îstixdameke wihareng dikin ku dê di nava sezonê da derfeta îstixdamê bide bi hezaran karkerî."
Mardînî bal kişand ku mirov dikare ji gulê gelek cure berheman bi dest bixe û wiha dewam kir:
"Ji rûn û ava gulê mirov dikare sabûn, jela xweşûştinê û reçelê çêbike. Em dixwazin gava behsa navê Mêrdînê bû, bira gul bên bîra însanan. Herwiha em dixwazin li Mêrdînê festîvala gulan li dar bixin û her cure berhemên ji gulê çêbikin. Herwiha planeke me jî ew e ku em ê li gund otêleke 20 kesî çêbikin. Em ê derfetê bidin turîstan da ku li nava xwezayê di nava gul û lewanteyê da betlaneya xwe derbas bikin."
Mardînî got ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo veberhênana li herêmê pêşniyazên biqîmet dan û wiha got, "Lewma jî ez ê wî dawetî merasima vekirina fabrîqeyê bikim."