Cüneyt Çelik,Özgen Beşli,Abdullah Söylemez
14 Gulan 2024•Rojanekirin: 15 Gulan 2024
KARS (AA) - Berfa ku li ser rêya Erdexan-Posofê barî di hatin û çûyînê da bû sedema astengiyê.
Berfa ku duh li Çiyayê Îlgarê ya ku 2 hezar û 918 mêtro bilind e û di navbera Erdexan û Posofê da ye dest pê kiribû heta vê sibê jî dewam kir.
Şofêrên TIRan yên ku ji ber berfê amadehiya wan tunebû di rê da man.
Ekîbên Midûriyeta Herêma 18emîn a Rêbejayê piştî ku rê paqij kirin TIR derbas bûn.
Li deverên bilind ên Qers û Agiriyê jî berf barî.
Ji ber berfê gundên li deverên bilind bi berfê çîlspî bûn.