Sedat Gümüş
14 Gulan 2024•Rojanekirin: 15 Gulan 2024
Li Çataka navçeya Wanê, li nêzîkî baregehê birûskê lê da û di encamê da gundparêzek şehîd bû.
Li bajêr taviya baranê ya ku ev du roj e didome, tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li navçeya Çatakê ya tesîra taviyê lê berdewam e, birûskê li rêbenda ewlehiyê ya Girê Dizan a Baregeha Belbûkayê xist.
Di vê kêliyê da gundparêz Çetin Şeylan (36) ê li herêmê li ser peywirê bû, ji ber lêdana birûskê şehîd bû.
Piştî agahî hat dayîn, ekîba tenduristiyê ya 112 Bilez bo cihê bûyerê hat sewqkirin.
Cinazeyê Şeylan bi ambulansê veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Çatakê.
Eqrebayên şehîd ên xeber hildan, çûn nexweşxaneyê.