Önder Beyter
22 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2020
Li gundê Yongaliya Jor a 45 kîlometre dûrî navenda bajêr, heywandar pir bi îhtimam miqateyî berxên nûzayî dibin.
Ji bo ku nekevin ber simên mihan, heywandar navbirekî didin gomê û berxan ji mihan cuda dikin. Herwiha ji bo ku makên xwe bimijin, berdan rojê du dana berdidin nava mihan. Herwiha di van herdu danan da jî dîmenên rengîn derdikevin holê.
Heywandar Eyup Umul di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar ku îsal mehekî zûtir serî ket pez. Umul diyar kir ku ew miemeleyeke taybet nîşanî berxan didin ku serma li wan nexe û nekevin ber simên mihan û wiha dewam kir:
"Em wekî keda xwe ya salekê li benda van berxan bûn. Em bi xêra van berxan debara malbata xwe dikin. Heya meha gulanê dê bi şîrê maka xwe bên xwedîkirin. Heya berx ji şîr neyên birîn, em pez nadoşin. Em rojê 2 danan berxan berdidin mihan ku bimijin. Herwiha ji bo ku serma nekin jî em wan dernaxin derva. Makên xwe dimijin û herwiha em debara taybet jî didin wan."