22 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2020
Li Diyarbekirê kesekî 26 berê ji eskeriyê fîrar kiribû, hat girtin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, tîmên Fermandariya Qereqola Cendirmeya Pîrînçlîkê ya girêdayî Fermandariya Cendirmeya Bajêr dema li ser rê wesayît teftîş dikirin, wesayîteke ji Diyarbekirê diçû Şanliurfayê dane sekinandin.
Tîman kesê bi awayekî şikbar tevgeriya ji wesayîtê peya kirin û nasnameya wî nihêrin.
Piştî kontrolê hat tespîtkirin ev kes H.S. (58) ye û ji sala 1994an pê va fîrarê eskeriyê ye.
Der barê H.S. da ji ber sûcê "muxalefeta Qanûna Cezaya Eskerî" li Mehkemeya Cezaya Asliyeyê ya 3yemîn a Tekirdagê dosyeyek hatiye vekirin.
Cendirmeyan H.S. binçav kirin.