Rıdvan Korkulutaş
04 Gulan 2023•Rojanekirin: 12 Gulan 2023
Bi hatina biharê ra Bîngol geştiyarên tên herêmê diezimîne.
Bîngola ku her demsal balê dikişîne di biharê da jî bi tebîeta xwe ya xweş dibe ciyê geştiyaran.
Geştiyarên tên bajêr li Aksakala mezreya Hezarşaha gundê navçeya Solaxanğ diçin dîtina giravên ku bi bayê ra li ser Gola Turnayê li ser avê digerin, li Zozanê Deştê ya li Uzundereya gundê beldeya Ilicalarê Avgura Çirê ku ji nava zinarên asê derdiçe ziyaret dikin û li Oguldereya gundê beldeya Sancakê diçin dîtina kevirên cinan yên Babanê ku di demên dawîn da balê dikişînin.
Îlhamî Mizrakê ji Stenbolê hatiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li ser medyaya civakî tebîeta herêmê bala wî kişandiye û hatiye serdana giravên li ser avê digerin û wiha got, "Ev dem dema gerê ye. Kulîlkên rengîn vekirine. Em ê di demsaleke din da dîsa werin."
Sînan Erolê ji Sakaryayê hatiye diyar kir ku divê ev girav bên dîtin û got ku kêfa min ji van giravan ra hat û ez dixwazim her kes bibîne.