İbrahim Atmaca
20 Mijdar 2019•Rojanekirin: 23 Mijdar 2019
Fîkret Akbabayê ku li Selîma navçeya Qersê dijî, bi alavên antîqe va kadîna xwe kiriye mala çandê.
Akbaba ji Xizmetên Gundan teqawud bûye û bi saya eşqa xwe ya li ser amûrên dîrokî û alavên çandiniyê, koleksiyeneke antîqe çêkiriye.

Akbaba baxçeyê xwe û kadîna xwe ya berê bi alavên wek şûrê berê, qeme, çek, serad û bêjîng, radyo, firaq, kergî û beroş tije kir û kir weke mala çandê.
Fîkret Akbaba daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew piştî teqawud bû, wî ji cînar û dostên xwe alavên berê berhev kir.

Akbaba diyar kir, ew dixwaze jiyana bav û kalên berê nîşanî nifşên nû bide û wiha dewam kir:
"Me berê gelek belengazî kişand û em derketin vê rojê. Em li ber lembeya qaz yaxiyê ders xebitîn û me xwend. Vêga teknolojî pêş ket, her tişt li ber dest e. Ji bo ku keç û xortên me werin û van bibînin min dest avêt vî karî. Min di nav 7-8 salan da ev alav û amûr berhev kirin û kedeke mezin da. Ez her kesî dawet dikim ku werin van bibînin, bi taybetî dixwazim ku keç û xort werin bibînin."
Ji welatiyan Murat Yucel jî got ku kesên ku ji derveyî bajêr tên ziyaretiya vê derê, dibin heyranê mala çandê.