İbrahim Atmaca
20 Mijdar 2019•Rojanekirin: 27 Mijdar 2019
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê cotkar Tahir Erkan li ser 5 donimî baxçeyê koleksiyonê çêkir û tê da darê fêkiyên îqlima Behra Spî yên wek mûz û cureyên porteqal û mandaliyan daniye û fêkiyan jê hildide.
Cotkar Erkan demekê li Antalyayê di serayan da xebitiye û paşê piştî 15 salan dîsa vegeriyaye gundê xwe yê Orencîkê yê Qoserê.
Erkan bi piştgiriya Midûriya Bajêr a Çandinî û Daristanê li deşta Mêrdînê ser 5 donim eraziyê xwe baxçeyê koleksiyonê çêkir 7 sal berê darên wek mûz, porteqal, greyfurt û lîmonan tê danî.

Erkan ji bo ceribandinê pêşiyê ji her fêkiyekî 3-4 dar danî û par tenê ji darekê jê ra nêzî 50 kîloyî mûz, 10 kîlo jî porteqal û lîmon hat. Erkan ji xêr û bereketa îsal jî bi hêvî ye.
Erkan daxuyanî da û got ku piştî ew ji Antalyayê vegeriya gundê xwe, bi xwe ra şitlên porteqal, mandalîna, lîmon, greyfurt û mûzan anî û danî.
Erkan got ku şitlên wî mezin bûn û 7 sal in fêkî digrin û wiha dewam kir, "Ez ji Antalyayê hatim û min baxçe çêkir. Li gor îqlima Behra Spî tu li vê derê çi daynî, hêşîn dibe. Em li vê derê her tiştî datînin. Ji ber ku li vê derê hewa pir germ dibe, aromaya fêkiyan xweştir dibe."
Erkan got ku ew dixwaze bi piştgiriya Midûriya Çand û Daristanê baxçeyê xwe mezin bike.
Midûrê Bajêr yê Çand û Daristanê Menduh Dînler jî got ku wan li her navçeyê ji bo piştgiriya cotkaran ekîbên projeyê ava kirin.