Önder Beyter
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2018
KARS
Obsîdyenê şûşe yê volkanîk ê 10 hezar salî ku li Sariqamîşa navçeya Qersê tê derxistin û bi celebên xwe yên reş, kesk û qehweyiya tarî va xemla jinan di serî da di gelek sektoran da tê emilandin û herwiha ji ber ku bi piranî celebê wê yê reş berbelav e, jê ra "mirwariya reş" tê gotin, di destê neqaşê keviran Îbrahîm Nar da şekl û şemaleke nû werdigire.
Li navçeya Sariqamîşê û dewrûbera wê li çolê, kevirê obsîdyen ku celebên wê yên wekî reş, qehweyî û kesk hene, zehf tên dîtin. Kevirê obsîdyen hem di çêkirina alavên xelat û diyariyê da û hem jî van salên dawîn li navendên tenduristiyê û spayan ji bo kêmkirina tesîra stresê an jî wekî perçeyek ji tedawiya fîzîkê tê emilandin.
Obsîdyenê ku 10 hezar sal berê ji lavên ku zû sar bûne çêbûye, di destê neqaşê keviran Îbrahîm Narê 48 salî ku li navçeya Sariqamîşê dijî da dibe berhemeke hunerê û dibe xemla jinan.
Neqaş Narê ku li tanga Mescîtliyê kevirên obsîdyen berhev dike, tîne û li atolyeya xwe paqij dike. Obsîdyenê paqijkirî li gorî berhema ku dê miemeleyê bibîne, tê birîn û paşê di destê neqaş Nar da şekl û şemaleke nû werdigire.
Neqaşê obsîdyenê şûşe Îbrahîm Nar di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ev qedera 20 salan e ew bi vî karî ra eleqedar e.
Nar bal kişand, obsîdyenê ku li Sariqamişê tê derxistin, ji ber ku krîstala wê zêde ye, pir bikalîte ye û wiha dewam kir, "Em ji obsîdyen ra dibêjin pirlanta û mirwariya reş. Nirxandina vê xezîneya volkanîk ku pir biqîmet û kevnar e û li Sariqamîşê ye, bû nesîbê me."
- "Li Tirkiyeyê ji sedî 70yî rezervê kevirê obsîdyen li Sariqamîşê ye"
Nar diyar kir ku li Sariqamîşê piştî teqîna çiyayên Allahuekber û çiyayên nêzîk ên volkanîk, ji ber ku lavê çiyan zû ser bûye, kevirê Obsîdyen çêbûye û wiha got, "Li Tirkiyeyê ji sedî 70yî rezervê kevirê obsîdyen li Sariqamîşê ye."
Nar diyar kir ku kevirê obsîdyen seba Sariqamîşê pir biqîmet e û wiha dewam kir, "Em melzemeyeke ku li çolê ye û însan pehna xwe lê didin, tînin û ji guhê wan ra dikin guhar, ji gustîla wan ra dikin qaş û ji bo destê wan jî dikin tizbî, ev xebateke pir baş e."
Nar diyar kir ku ew li atolyeya xwe kevirê obsîdyen û zîv têkel dike û da ku nirxê berhemên wî bilind bibe û wiha dewam kir, "Em ji vê madenê plaket û magnetên ku li navçeya me di merasimên bibîranîna şehîdan da tên emilandin çêdikin. Berhemên min bala turîstên xumalî û biyanî dikişînin. Herwiha min qurs vekir û perwerde da 500 jinan. Înşelah rojekê were û ev jin jî dê ji vî karî qezencê bikin."