İbrahim Atmaca
03 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê Fatma Demrena 44 salî ku di piçûktiya xwe da ji ber agirê zêde ji binzikê pê va şeht bû, li malê bi derfetên xwe va xwendin û nivîsandin hîn bû û paşê beşdarî qursan bû, bi perwerdeya qursan va hin bû xwedî pîşe him jî ji bo jiyanê hêviyên wê çêbûn.
Fatma Demren li navçeya navend a Eyyubiyeyê taxa Akşemsettînê dijî. Demren di yeksaliya xwe da ji ber agirê zêde şeht bû.
Fatma zarokê sêyemîn a malbata Demrenê ye û ji ber astengdariya xwe nikaribû biçûya dibistanê û piştî 20 saliya xwe li ber dersên ku di têlevîzyonê da derketin bi tena serê xwe xwendin û nivîsandin hîn bû.
Demrenê paşê dest bi qursa xwendin û nivîsandinê ya Navenda Perwerdeyê ya Gel kir û ji wir sertifîka stend û dest bi dibistana navîn kir.
Demrenê demekê navber da dibistanê û li ser pêşniyaza hevaleke xwe serî li Navenda Kordînasyonê ya Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin ê Şanliurfayê da û beşdarî qursên çermkarî, kompîtur, kasiyerî, hunerên destan û Îngilizî da û sertifîka stend.
Demrenê li şaxa Balikligolê ya navenda kordînasyonê dest bi karê berên çerm û hunerên destan kir. Demren him pere qezenc dike him jî li danasîna berên ku li navendê tên çêkirin, dike.
Fatma Demrenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew tu carî ji jiyanê nexeyîdî, li aliyên baş ê her tiştî nihêrî.
Demrenê got ku ew ji ber tunebûna derfetan salên dirêj ji malê derneket, ji ber ku salên dirêj sandalyeya wê ya biteker tunebû, nikaribû tena serê xwe hereket bike, diya wê car caran ew dikir teyştê û wisa derdixist derva.
Demrenê diyar kir ku wê hetanî nêzî 20 saliya xwe xwendin û nivîsandin nizanibû, piştî ku bi derfetên xwe va xwendin û nivîsandin hîn bû, li navenda kordînasyonê ya astengdaran beşdarî qursan bû û wiha dewam kir, "Min 8 qurs bi serketfî kuta kir û sertifîka hilda. Ez vê gavê li navendê dewam dikim. Ez ji tiştên ku hîn bûme him pere qezenc dikim him jî xwe pêş dixim. Ez tu carî ji jiyanê nexeyîdîm. Ez wisa bawer dikim ku her tişt ji Xwedê tê. Min timî şikra xwe bi Xwedê anî."