İbrahim Atmaca
30 Nîsan 2020•Rojanekirin: 01 Gulan 2020
Li Bidlîs û Mûşa ku li herêmê navendên girîng ên heywandariyê ne, rêncberan piştî zivistaneke reşe dirêj heywanên xwe berdan çêre û kêfxweş bûn.
Li Bidlîs û navçeyên wê bi germbûna hewayê ra çêra deşt û zozanan hêşîn bû û pez û dewar lê diçêrin. Heywanên ku rêncberan zivistanê di hundir da xweyî kirin, bi hatina biharê ra derketin merayên bibereket û rêncber jî êdî tasarûfa debara heywanan dikin.
Li Deşta Mûşê pez dewaran siruşt xemiland û şên kir. Li deşta ku gelek cure gîha lê hêşîn dibe, bi pez û berxan ra dîmenên rengîn derketin holê.
- Li Hîzanê xezal û hespên çolê hatin dîtin
Li Hîzana navçeya Bidlîsê jî dîmena xezal û hespên çolê hat kişandin.
Li Hîzana ku hewaya wê paqij e, çil û çiya kesk dike, çîçekên daran bişkivîn û dîmenên xweş derketin holê. Deştên Hîzanê bi çîçekên curbecur va rengîn bûn û darên çam û fêkiyan siruş xemiland.
Li ser deşta ku tê da holên siruştî hene, bi droneyê va dîmena xezal û hespên çolê ku diçêrin, hat kişandin.
- "Em kêfxweş in ku derketin çol û mexelan"
Alaaddîn Işikê ku li Kokarsuya gundê Bidlîsê dijî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan zivistanê bi heywanan ra eziyeteke mezin kişand û wiha dewam kir, "Şikir ji Xwedê ra ku bihar hat û me heywan berdan çol û mexelan. Zivistana me ya îsal dûr û dirêj bû. Em heywanên xwe li çol û mexelan diçêrînin. Em kêfxweş in."
Ferît Unalê ku heywanên xwe li mêrg û mexelên navçeya Norşînê diçêrîne jî got ku zivistanê berf li navçeyê pir barî, ew di binê nêzî 5 mêtre berf da man. Unal wiha dewam kir, "Bihar hat. Em derketin çol û mexelan û pir kêfxweş in. Bihayê ka û kesê zêde ye. Em zivistanê tengasiya debara heywanan dikşînin. Em heta ku dertên biharê pir cefayê dikşînin. Em bi hatina biharê pir şa bûn. Heywanên me li çayîrê diçêrin. Em ji mesrefa êm xelas bûn."
Muammer Aydinê ku heywanên xwe li mêrg û mexelên Yeşîlovaya beldeya Mûşê diçêrîne jî got ku ew heta derketin biharê, wan pir tengasî kişand û wiha dewam kir, "Bi hatina biharê ra me heywanên xwe berdan Deşta Mûşê. Em pir şa û geş in ku derketin vê rojê. Zivistanê alifkirina heywanan pir zehmet e."