Sabri Yıldırım
21 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2025
Koçerên ku di demsala biharê da ji parêzgehên wekî Batman, Sêrt û Mêrdînê berê xwe didin zozanên hênik ên Mûşê, bi hatina sir û sermayê ra cardin ketin rêya dagêrê.
Koçerên ku havîna xwe li zozanên têrçêre derbas dikin, konên xwe yên ku qedera 5 mehan tê da man, dan hev û berê xwe dan memleketê xwe.
Samî Konukê Serokê Yekîtiya Xwedîkerên Pezê Seba Dolê yê Mûşê li gundê navendê Akpinarê bi heywandarên di rêya dagêrê da hat cem hev. Konuk ji peyamnêrê AAyê ra destnîşan kir ku bi saya raqimbilindî û her wiha av û çêreya xwe, herêm avantajên giring raberî heywandaran dike.
Konuk diyar kir ku bi hatina sermayê ra malbatên koçer ên li zozanan ketin rêya dagêrê.
Mehmet Sezgînê koçer jî bal kişand, ji ber ku ew pez, çêre çêre dibin, dagêra wan derdora 60 rojan dikişîne û wiha dewam kir:
"Em hersal zozanên van deran tercih dikin. Lewra ber û bereketa şîr li vir baştir e. Her wiha berx zû givrik dibin. Ji zozanên em 5 mehan lê man, niha em ji bo biçin Sêrtê em di dagêrê da ne. 20 roj e em di rê da ne û hê derdora 30 rojî jî rêya me heye."
Kerem Golbaşi jî bal kişand ku hewa sar bû û lewma wan ji zozanên Mûşê koça dagêrê da ber xwe û wiha got, "Em vedigerin Batmanê. Ji ber ku pezê me avis e, em şevan radikevin û bi roj diçin. Bi îzna Xwedê, 20 roj şûnda dagêra me dê temam bibe."