Türkan Tosun
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
BITLÎS
Cyprîen û Carolîne Rîcour ên ku jin û mêrê hevdu ne û bi du zarokên xwe re sal û nîvek berê ji bo ku dinyayê bigerin bi karavana xwe va derketibûn gerê, 8 welatan geriyan û hatin Tirkiyeyê.
Malbata Rîcour dema ku derketin gerê zarokên wan Eloî 6 mehî, Octava jî 2 salî bû.
Heta niha malbat li Malezyayê, Taylandê, Laosê, Myanmarê, Hindistanê, Nepalê, Îranê û Pakistanê geriya.
Cyprîen û Carolîne li Tirkiyeyê jî li Gola Krater a Nemrûdê ya ku li Tetwana navçeya Bidlîsê ye 3 rojan man.
- "Di cejna Noelê de emê li mala xwe bin"

Cyprîen Rîcour ji nûçegihanê AAyê re got wan ji Malezyayê dest bi gerê kiriye û wiha axivî: "Eloî bû 2 salî, Octava jî bû 3 sal û nîv. Em li Fransayê doxtor in. Ji bo ku em bi zarokên xwe re wextê xweş derbas bikin digerin. Pakistan welatekî pir xweş bû. Çiyayên mezin hebûn. Nepal jî wisa. Himalaya nuwaze bû, pir sar bû. Hindistan pir xweş bû, lê zêde qerebalix bû. Îran pir mezin bû û xweş bû. Em bi dilgermî hatîn pêşwazîkirin. Îranê xwarin pir xweş bû."
Rîcour got ew nû hatine Tirkiyeyê û golên li vir pir xweş in, gelê tirk jî mêvanperwer e û wiha dewam kir: "Ji vir pê va du rê îhtimal in. An emê ji Îtalyayê rasterast an jî li ser Romanya, Macaristan, Awusturya, Almanyayê re vegerin Fransayê. Di cejna Noelê de emê li mala xwe bin. Yanî emê 3 mehan dîsa seyahetê bikin."
- "Tirkiye pir xweş e"
Carolîne Rîcourê jî got piştî Pakistanê ew hatine Tirkiyeyê û gelekî kêfa wê ji Tirkiyeyê re hatiye.
Rîcour got ewê mehekê li Tirkiyeyê bin û wiha axivî: "Emê herin Nemrûdê. Di demeke nêz da emê herin germavan. Emê ji Asya û Ewropayê derbas bin herin û seyaheteke pir xweş wê biqede."
Malbata fransî paşê çû Adiyemanê.