Türkan Tosun
13 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2020
Li Şanliurfayê Zelîha Demirtaşa dayika 4 zarokan bi saya mîkro krediyê mirîşkan xwedî dike, salçeya îsotan çêdike û bi firotina van va debara mala xwe dike.
Demirtaşa 40 salî bi pêşniyaza hevaleke xwe 9 sal berê serî li mîkro krediyê ya ku ji hêla Şaredariya Şanliurfa û Weqfa Rêlibergirtina Îsrafê ya Tirkiyeyê (TÎSVA) va tê dayîn, da.
Demirtaşê deynê xwe da, dem demî jî qasî 45 hezarî kredî hilda û bi vê pereyê va li hewşa mala xwe dest bi xwedîkirina mirîşkan kir.
Li Şanliurfayê Zelîha Demirtaşa dayika 4 zarokan bi saya mîkro krediyê mirîşkan xwedî dike, salçeya îsotan çêdike û bi firotina van va debara mala xwe dike. ( Müslüm Etgü - Anadolu Agency )
Zelîha Demirtaşê di nav salan da îsot çêkir û paşê jî salçeya îsotan va karê xwe pêşva bir.
Niha ew him debara mala xwe dike û him jî bi vê qezenca va zarokên xwe dide xwendin.
- "Bêyî ku hewcedariya me bi kesî hebe em debara xwe dikin"
Demirtaşê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand bi saya mîcro krediyê jiyana wê guheriye û wiha axivî: "Wek jinekê ez hîn bûm ku li ser piyên xwe bisekinim. Bêyî ku hewcedariya me bi kesî hebe em debara xwe dikin. Beriya krediyê halê me nebaş bû, me nikaribû kirêya xwe bida û hewcedariya me nanekî hebû. Ji ber vê rewşa nebaş ez û mêrê xwe her tim pev diçûn. Şikir bi krediyê va rewşa me baş bû. Şikir ez bi mêrê xwe û zarokên xwe va jiyaneke baş dijîm. Ez mirîşkan xwedî dikim, mirîşkan û hêkên wan difroşim. Ez îsotê û salçeya îsotê jî çêdikim."
Demirtaşê anî ziman ji bajarên din jî mişteriyên wê hene ku ew her sal ji wê îsot û salçeyê distînin.
Demirtaşê spasiya Şaredariya Şanliurfayê û rayedaran kir û bangî jinan kir ku ew jî ji bo krediyê serî lê din û karê xwe bikin.