Nihat Kavşut
18 Îlon 2015•Rojanekirin: 18 Îlon 2015
Li Şanliûrfayê esnafê ku qolonyeya îsotê çêkir dixwaze di bazara dinyayê da bide nasandin.
Omer Vurmuşê ku bi salan e li Meydana Haşimiyeyê esans û tiştên kozmetîkê difiroşe qolonyaya îsotê çêkir.
Vurmuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku nêzî 50 salî ye bi vî karî ra eleqedar dibe.
Vurmuş diyar kir ku eleqeyeke mezin ji bo vê qolonyeyê heye û wiha xeberda: "Ev karê bav û kalan e. Ez di nav vî karî da mezin bûm. Şanliûrfa bi îsota xwe tê naskirin. Di serî da tûj bû û muşteriyan eleqe nîşan neda. Lê piştî ku dev ji qolonyeya lîmon û titûnê berdan, eleqeyeke mezin nîşanî vê qolonyeyê dan."
Vurmuş destnîşan kir ku ji derveyî bajêr jî ji vê qolonyeyê dixwazin û wiha got: "Ez dixwazim li derveyî welêt jî bidim nasandin."