Nihat Kavşut
06 Îlon 2019•Rojanekirin: 09 Îlon 2019
Li Agiriyê welatiyên debara xwe bi çandinî û heywandariyê dikin bi şev û roj ji bona amadehiyên zivistanê dixebitin.
Welatiyên ji gundê Aşagi Tokluya navçeya Taşliçayê ceh û genimên xwe diçinin û ji bona zivistanê bidin heywanên xwe ka û giyayên xwe amade dikin. Welatî giyayên li ser zeviyê hişk bûne bi traktoran dibin malê û ji bona heywanên xwe hazir dikin.
Li Agiriyê welatiyên debara xwe bi çandinî û heywandariyê dikin bi şev û roj ji bona amadehiyên zivistanê dixebitin.Welatiyên ji gundê Aşagi Tokluya navçeya Taşliçayê ceh û genimên xwe diçinin û ji bona zivistanê bidin heywanên xwe ka û giyayên xwe amade dikin. Welatî giyayên li ser zeviyê hişk bûne bi traktoran dibin malê û ji bona heywanên xwe hazir dikin.Cotkarên ku bi roj di qêleqijê da li ser zeviyên xwe dixebitin di dema çinînê da bîçerdover, traktor û paytonan jî diemilînin. Cotkar bi genim û giyayên xwe li patosê dixin û ji bona amadehiyên zivistanê bi şev û bi roj dixebitin. ( Abdullah Söylemez - Anadolu Agency )
Cotkarên ku bi roj di qêleqijê da li ser zeviyên xwe dixebitin di dema çinînê da bîçerdover, traktor û paytonan jî diemilînin. Cotkar bi genim û giyayên xwe li patosê dixin û ji bona amadehiyên zivistanê bi şev û bi roj dixebitin.

- "Ji bona heywanên xwe ka û giya amade dikin"
Ji gundiyan Ahmet Soylemez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li gor salên berê îsal germ û kelekel zêde ye û wiha axivî: "Em ji meha Tîrmehê da di zeviyan da dixebitin û karê gundiyan wê di nav meha Îlonê da biqede."
Soylemez diyar kir ji ber ku îsal berf dereng heliya zevî bi derengî hatin ber û wiha got: "Li ber me jî zivistan heye û em amadehiyên xwe dikin. Em ji bona heywanên xwe ka û giya amade dikin. Ciyê me bilind e û em 6 meh di bin berfê da dimînin. Me di meha Gulanê da dest bi kar û xebatan kir û heta mehekê wê karê me biqede."

- "Em dixwazin beriya zivistanê haziriyên xwe bikin"
Bi şev û roj amadehiyên zivistanê dikin
Ahmet Soylemez destnîşan kir di nav meha Cotmehê da li herêmê barîna berfê dest pê dike û got ku em dixwazin beriya zivistanê haziriyên xwe bikin.
Solemez diyar kir bi şev û bi roj di zeviyan da dixebitin û wiha axivî: "Îsal germê zora me bir. Bi taybetî germa meha Tîrmehê dijwar bû. Dema çinînê ye û em zeviyên xwe diçinin. Piştî patosê em ê genimê xwe bibin aş. Em dixwazin beriya zivistanê haziriyên xwe bikin, loma jî em bi şev û roj dixebitin."