Nihat Kavşut
07 Îlon 2019•Rojanekirin: 10 Îlon 2019
Li Tetwana navçeya Bidlîsê li Gola Kraterê ya Nemrûdê kudikên hirçê ji geştiyaran eleqeyeke mezin dibînin.
Di çarçoveya Projeya Destînasyonên Bijartî ya Ewropayî da Gola Kraterê ya Nemrûdê ji xeynî hewaya xwe bi golên germ û sar, şikeftên cemedê, kuleka hilmê û heywanên lê dijîn bi floraya xwe ya dewlemend mazûvaniya gelek jîndaran dike.
Li Tetwana navçeya Bidlîsê li Gola Kraterê ya Nemrûdê kudikên hirçê ji geştiyaran eleqeyeke mezin dibînin. ( Şener Toktaş - Anadolu Agency )
Kudikên hirçê yên di tebîeta gola kraterê da dijîn ji hêla geştiyarên xwemalî û biyanî va eleqeyeke mezin dibînin.
Geştiyarên li golê çadirê xwe vedigerin û piknikê dikin bi qalikên zebeş, sêv û hirmiyan û perçeyên goşt û nan kudikên hirçê xwedî dikin.
Geştiyar kudikan xwedî dikin û wêneyan dikişînin.
Geştiyar bi destê xwe kudikên hirçê xwedî dikin
Vahît Fîdanê ji bona gerê hatiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û dema çûne Gola Kraterê ya Nemrûdê kudikên hirçê dîtine.
Fîdan destnîşan kir bi qalikên zebeş, sêv û hirmiyan û perçeyên goşt û nan kudikên hirçê xwedî dikin û wiha got: "Hirç zehf şirîn in. Li Gola Kraterê ya Nemrûdê dijîn. Ji bona wan em bi xwe ra xwarin û xurekê tînin. Bi taybetî ji zebeş hez dikin. Divê hirç bên parastin."