Türkan Tosun
04 Îlon 2019•Rojanekirin: 08 Îlon 2019
Zozanê Sînegê ya ku bilindahiya wê 2 hezar mêtro ye bi hewaya xwe ya paqij, ava xwe ya sar, xweza û nebatên xwe va îsal jî mazuvaniya gelek koçeran kir.
Koçerên biharê derketibûn Zozanê Sînegê ya li Agiriyê piştî 4 mehan êdî amadehiyan dikin ku dagerin malên xwe.
Li Zozanê Sînegê koçeran havînê heywanên xwe çêrand, şîr, to, mast û rûnê xwe girtin, niha dem dema dagêrê ye.
Êdî hewa êdî sar dibe loma koçer amadehiyên vegerê dikin.
Koçer Bekir Oz (75) ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku biharê hatine zozanê û wiha axivî: "Hê em tune bûn bavê min hatiye vê zozanê. Ez 75 salî me, tê bîra min dema ez biçûk bûm ez bi bavê xwe ra dihatim vê zozanê. Ev 80 sal e em li vê zozanê ne. Em biharê tên, payîzê vedigerin. Em rûn, şîr û penêrê xwe li vir amade dikin. Zozan pir xweş e, ava wê pir sar e, wekî qeşayê ye. Em li vir pezê xwe diçêrînin. Şîr, to û rûnê me heye. Her tiştê me pir baş e."
Oz got ji ber ku hewa êdî sar dibe ew amadehiyan dikin ku dagerin.