EDIRNE
Serokê Federasyona Otobusvanên Tirkiyeyê Mehmet Erdogan diyar kir ku bilêtên otobêsan ji niha ve qediyan. Erdogan got ku hêj wekî fermî ne diyar be jî mirov li bendê ne ku betlaneya cejna qurbanê dê 9 roj bin.
Erdogan wiha dewam kir: "Cejn dê 15ê cotmehê roja sêşemê dest pê bike û di dawiya heftê de dê bi dawî bibe. Ji ber vê yekê welatiyan roja duşemê jî daxilî betlanê kirin. Ez bawer im dê hikûmet jî roja duşemê daxilî betlanê bike. Ji ber vê jî ji bo bilêtên otobêsa daxwazek zêde çêbû. Heta roja erefê hemû rezervasyon tije ne. Di vegerê de jî 18 û 20ê cotmehê tije ne. Ger welatiyên me ecele bikin dê bi serefên nû bikaribin herin memleketên xwe.