Li Şanliurfayê îsal "Hevdîtinên Xelîl Îbrahîm a Navneteweyî" ya 7emîn dê çêbibe. Di çarçoveya vê çalakiyê de 6ê cotmehê li ser rê sifreyeke bi qasî kîlomêtroyekê dirêj bê raxistin.
Walîtiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku çalakiya 7emîn dê bê lidarxistin. Di hevdîtinê de çalakiyên ku mêvandarî, parvekirin, comerdî, alîkarî, merdbûn û bereketê di xwe de dihewînin dê bên lidarxistin. Mêvanên herêmî û biyanî dê beşdarî vê çalakiyê bibin.
Çalakî dê di 5ê cotmehê de dest pê bike, Qur'an dê bê xwendin, kevokên spî dê bên firandin, "Xelatên Qenciyê" dê bên dayîn û bernameya roja ewil dê wiha biqede.
Di 6ê cotmehê roja duyem de jî piştî nimêja sibê ji bo mêvanan dê xwarina "tîrît"ê bê dayîn. Piştî "7emîn Konferansa Hevdîtinên Xelîl ÎbrahÎm a Navneteweyî" dê ji navenda bajêr ji Pasaja Kapakliyê heta Gola Masiyan li ser rê "Sifreya Xelîl Îbrahîm" bê raxistin û xwarinên taybet yên herêmê dê bên dayîn.