Önder Beyter
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
ANTALYA
Ji ber pileya bilind a germê û kêmasiya nemê, hişyarî hat dayîn ku dibe agir bi daristanên di nava sînorên parêzgeha Antalya, Mugla, Isparta û Burdurê da bigire û ji ber hindê divê xelk û rayedar baldar bin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Herêma Antalyayê ya Midûriyeta Herêma 4emîn a Meteorolojiyê, li herêmê tê pêşbînîkirin ku germahî 1 an jî 2 pile zêde be.
Pileya germahiyê li Antalyayê 44, li Muglayê 42, li Burdurê 41, li Ispartayê 38, li Bodrum û Fethiyeyê 43, li Marmarîsê jî 40 pile tê pêşbînîkirin.
Ji ber pileya bilind a germê û kêmasiya nemê li herêma rojavayê Behra Spî xelk û rayedar divê li hemberî rewşên neyênî û şewatên daristnan baldar û bitevdîr bin.