İbrahim Atmaca
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê ya herî zêde bi 38 pileyî va li Tunceliyê tê payîn.
Li gor agaahiya ku ji Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê kêmewr û sayî derbas bibe.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 10, li Qers û Agiriyê 11, li Erziromê 15, li Erzincan û Îdirê 20 û li Tunceliyê 26 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germa hewayê wê herî zêde jî li Tunceliyê 38, li Îdirê 37, li Erzincanê 36, li Agiriyê 32, li Erziromê 30, li Qersê 29, li Erdexanê 28 pile be.