İbrahim Atmaca
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
SÊRT
Hasan Gezerê ku li Sêrtê dijî û li gor qeydên nifûsê di 1ê tîrmeha 1892yan da ji dayîk bûye, cara ewil rojbûna xwe pîroz kir.
Midûrê Bajêr yê Polîtîkayên Malbat û Civakî Gokhan Marakçi û xebatkarên saziyê Gezer li mala wî ziyaret kir û 126 saliya wî pîroz kir. Gezer di heyata xwe da paste kerî kir û rojbûna xwe pîroz kir. Marakçi û kesên pê ra diyariyên curbecur dan Gezer.
Marakçi diyar kir, li gor qeydên nifûsê Gezer 1ê tîrmeha 1892yan da ji dayîk bûye û îro ket 126 saliya xwe û wiha dewam kir:
"Em jî wek xebatkarên midûriyê ji bo pîrozkirina rojbûna wî hatin. Xwedê emrekî dirêj û bi xêr bidê. bi rastî jî tenduristiya apê me yê Hasan Gezer baş e. Nimêja xwe dike û rojiya xwe digre. Xwedê emrekî dirêjtir nesîbî wî bike."
Hasan Gezer jî ji bo ziyaretê kêfxweşiya xwe got û ji Midûrê Bajêr Marakçi ra sipas kir.
10 zarok û 60 neviyên Gezer hene. Gezer got ku ew heta vî emrê xwe pir kêm nexweş ketiye û wî li zozanan timî şîr, mast û nan xwariye. Gezer wiha axivî: "Dewleta me heta niha pêdiviyên me peyda kirine. Ez timî ji dewleta me ra dia dikim."
Paşê pasteya rojbûnê hat qutkirin û Marakçi paste bi Gezer da xwarin.