Önder Beyter
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
GAZÎANTEP
Sûriyeyiyên ku di şerê navxweyî yê li welatê xwe da ji cure cure ciyên xwe birîndar bûn û hatin Gazîentabê, li Komeleya Îhsan û Xizmetê ku wekî "mala qenciyê" tê zanîn, heya ku qenc dibin dikarin ligel refaqetvanê xwe bimînin.
Komeleya Îhsan û Xizmetê ku nêzîkî 3 sal berê li Gazîentabê hat vekirin, di serî da birîndar, sûriyeyiyên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, dihewîne.
Komele li avahiyeke 4 qatî ku 70 ciyên razanê lê hene, xizmetê dide kesên mihtac. Li vir kesên ji Sûriyeyê yên ku tedawiya wan dewam dike, dikarin ligel refaqetvanên xwe bimînin.
Li komeleyê herwisa xizmetên wekî derman, xwarin vexwarin û wergerî bêucret tên dayîn. Li komeleyê bijîşkekî sûriyeyî jî xwebexş dixebite.
Serokê Komeleyê Alî Kirmizi di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku komele bona alîkariyê hat avakirin.
Kirmizi got ku ew, sûriyeyiyên birîndar dihewînin û wiha xeberda, "Birîndarên ku ji Sûriyeyê tên, ji ber ku li bajêr ciyekî wan tune lê bimînin, li komeleyê dimînin. Heya dawiya tedawiyê em xizmeta wan dikin. Dîsa em derfeta starê didin zarokên êtîm û malbatên ku stara wan tune."
Kirmizi bal kişand sûriyeyiyên ku tedawiya wan bidawî dibe, ew li komeleyê nahewînin, li şûna wan ew kesên mihtac hildidin û herwisa wan par xizmet da 800 sûriyeyiyan û wiha pê da çû:
"Em bi alîkariya xêrxwazan li ser piyan dimînin. Carna em jî dikevin tengasiyê. Miletê tirk necîb e, xwedî li xwîşk û birayên xwe derdikeve."
Mihemed Selîmê ku li komeleyê dimîne, destnîşan kir ku par li parêzgeha Helebê li nêzîkî wî bombeyek teqiya û di encamê da ew ji lingê xwe birîndar bû.
Selîm diyar kir ku bona tedawiyê ew car carî tê Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Gazîentabê û wiha dewam kir, "Malbata min li Sûriyeyê ye, ez jî ligel birayê xwe li vir im. Dema qenc bim, ezê vegerim cem wan. Li komeleyê hemû pêwîstiyên me bicih tên. Xwedê ji tirka razî be."