31 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2016
KARS
Cax kebabî Erzirom û Qers di serî de li herêma Rojhilatê Anadoluyê xwarineke navdar e û tê hezkirin. Ev kebab turîzma zivistanê dewlementtir dike.
Kebab bi goştê pezên ku li çiya û deştan diçêrin tê çêkirin û ji ber ku li ser agirê daran tê pijandin pir bi tehm e.
Îbrahîm Çakalê ku 40 salan e hostayê çêkirina vê kebabê ye li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê ya li Sariqamîşê xwedî xwaringehekê ye. Çakal ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew li vê xwaringehê jî kebabê çêdike û wiha axivî: "Ji ber ku pez li çiyayên bilind diçêrin, çatirî û çêreyên xwezayî dixwin tehma goştê wan xweş e. Zivistanê hewa sar e, ji ber ku ev kebab taqetê dide mirovan zêdetir tê firotin. Yên ku tên navenda xweşiqitandinê miheqeq vê kebabê dixwin û paşê diçin. Em her roj du pezan ji bo kebabê amade dikin."
- "Ji bo ku bi tehm bibe divê baş bê amadekirin"
Çakal got ku heywanên ji bo vê kebabê taybet tên xwedîkirin. Piştî heywan tê serjêkirin goşt rojekê dimîne û pişt re hestî û goşt ji hev tê veqetandin û deziyên goşt jê tê derxistin. Pîvaz, qatix û îsota reş tevî goşt tê kirin û ji bo kebabê ev goşt 3 rojan tê sekinandin. Piştî 3 rojan goşt şîşan re dikin û li ser koza agirê daran tê pijandin. Ji bo ku bi tehm bibe divê baş bê amadekirin."