30 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
ERZURUM
Mudîrê Giştî yê Çaykurê İmdat Sutluoglu got, "Em texmîn dikin, salane nêzîka 60 hezar ton çaya qaçax dikeve welatê me. Ev tişt jî him zirarê dide tenduristiyê û him jî aboriyê."
Sutluoglu di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da anî ziman ku Tirkiye yek ji giringtirîn berhememhênerê çayê ye di cîhanê da û behsa pirsgirêka çaya qaçax kir.
Sutluoglu destnîşan kir ku salane nêzîka 60 hezar ton çaya qaçax dikeve Tirkiyeyê û got, "Çaya qaçax ya ku herî zêde ji welatên weke Srî Lankayê tê, him zirarê dide aboriya welêt û him jî ji bo tenduristiya gel zirareke mezin e."
Sutluoglu anî ziman ku çaya Tirkiyeyê di cîhanê da tekane çayeke ku berf bi ser da dibare û ev jî dibe sedema nemana kêzikan û wiha pê da çû, "Pirsgirêka sereke ya wê çaya qaçax di warê tendirustiyê da ye. Ev çayên ku ji dervayê welat tên bi rêjeyeke zêde dermanê kêzikan (pesticides) tê da ye. Ew jî dibe sedema nexweşiyên dil û demaran, pirsgirêkên derûnî, şêrpence û gelek nexweşiyên dîtir."
Sutluoglu destnîşan kir ku ew çaya zirarê dide aboriya Tirkiyeyê û got, "Em texmîn dikin, salane nêzîka 60 hezar ton çaya qaçax dikeve welatê me. Dema em li bihayê wê çayê jî dinehirin em dibînin li derdora 8-10 dolaran e. Hewqasî herzan jî nîne."