Abdullah Tel
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 14 Tebax 2018
DAKAR
Welatiyên Senegala welatê Rojavayê Afrîkayê ji bo ku piştevaniya Tirkiyeyê bikin ji ser medyaya civakî gazî hev dikin ku bila malên Tirkiyeyê bên kirîn.
Şêniyên Senegalê lîsteyeke ku 30 marqeyên wek Rêhewayên Tirkiyeyê (THY), Çaykur û Marmarabîrlîka malên Tirkiyeyê tê da bûn ji ser medyaya civakî belav dikin.
Ji nas, dost û şopînerên xwe dixwazin ku bile ew bi armanca piştevaniya aboriya Tirkiyeyê marqeyên malên Tirkiyeyê bikirin û malên Amerîkayê jî boykot bikin.
Ji welatiyên Senegalê Mihemed Yûsifê tevlî kampanyayê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber êrîşên li hemberî Tirkiyeyê wan di nav hevalên xwe da biryar da ku wê marqeyên Tirkiyeyê bi kar bînin û ji bo vê jî kampanya dan destpêkirin.
Yûsif destnîşan kir ku kesên bi hewla derbeya FETOyê ya 15ê Tîrmehê bi ser neketin niha dixwazin bi kirinên nû bi ser kevin û wiha dewam kir: "Dixwazin textikê çokên Tirkiyeyê bişkênin lê ew nizanin ku Xwedê bi me û Tirkiyeyê ra ye. Em ji bo ku Tirkiyeya me û gelê wê yê ezîz ji van derdan xilas bibin ji Xwedê ra dia dikin."
- "Heke Tirkiye li ser xwe be hemû alema Îslamê li ser xwe ye"
Di berdewamiya axaftina xwe da Yûsif got ku wan bi armanca malên Amerîkayê bên boykotkirin û marqeyên Tirkiyeyê bên emilandin kampanya dan destpêkirin û wiha domand: "Emê kampanyayê bi berfirehî bidomînin. Heke Tirkiye li ser xwe be hemû alema Îslamê li ser xwe ye. Heke tiştek bi Tirkiyeyê bê em ê hemû perîşan bibin."