Haydar Şahin
01 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2020
Ceren Bagişa 16 salî ya ji ber şevekoriya (retinitis pigmentosa) li Mêrdînê di nav gel da wekî "reşaya mirîşkê" tê zanîn çavekî wê ji sedî 1 çavê din jî ji sedî 5 dibîne ji bo ji vê nexweşiyê xilas bibe li bendê ye ku emeliyata neqla hucreyên reh bibe.
Ceren Bagişa li Ortakoya taxa Artukluya navçeya Mêrdînê dijî hê 1 salî bû bavê wê yê karkerê înşaetê wefat kir û êtîm ma, Bagişê dema dest bi xwendingehê kir mamosteyê wê ferq kir ku kêm dibîne.
Bagişê serî li gelek nexweşxaneyan xist ligel vê ji ber nexweşiyê gelek tengasî kişandin, her ku çû jî dîtina wê kêm bû û ji 10 saliya xwe vir da jî bêyî kesî nikare bi tena serê xwe here ciyekî.
Çavekî Bagişê ji sedî 99 çavê din jî ji sedî 95 nabîne. Ceren ji bo roniya çavên wê were dixwaze ku emeliyata neqla hucreyên reh bibe.
- Kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin
Ji bo dermankirina çavên Cerenê bi destûra walîtiyê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.
Cerena li benda destê alîkariyê ye dixwaze bigihîje sihetê, perwerdeya xwe temam bike û bibe doxtorê çavan.
- "Bira roja wê reş nebe"
Selva Bagişa dayik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku yekê wan kur 3 zarokên wê hene.
Bagişê got Cerenê dest bi xwendingehê kir û nexweşiya wê hat fehmkirin, bi roj bêyî alîkarî nikare derkeve derva.
Bagişê got ji ber ku îmkan di destê wan da tune nikare qîza xwe bide emeliyatkirin û wiha pê da çû:
Ji bo emeliyatê kêm zêde 100 hezar lire lazim e. Ewqas pereyê min tune. NIha çavekî wê ji sedî 5, çavê din jî ji sedî 1 dibîne. Hindik ma ku herdu çav jî werin girtin. Ji bo alîkariyê me ji walîtiyê destûr sitand, Em li benda alîkariya xêrxwazan e. Bira çavên qîza min neyên girtin û roja wê reş nebe. Înşaellah pereyê were komkirin û çavên qîza min jî werin vekirin."
Ceren Baguşa xwendekara lîseyê jî got hetanî niha hin tedawî dît lêbelê pêşî li nexweşiya wê nehat birîn.
Cerenê got herî dawîn li Nexweşxaneya Acibademê ya Qeyseriyê tedawî bû û derket holê ku hewcedarî bi emeliyata neqşa hucreyên reh heye û wiha axivî:
"Ji ber ku îmkan di destê me da tunin em nikarin vê emeliyatê bikin. Berçavka ku dan min jî bi zihmetiyeke mezin kirî. Me berçavkên bi 5 hezar lireyî kirîn. Herî zêde eqrebeyên diya min alîkarî dan me û me berçavk kirî. Wisa nebûya me nikaribû ew jî bikiriya. Ez dixwazim werim dermankirin. Piştî emeliyatê çavekî min ê ji sedî 15, çavê dinê jî ji sedî 5 bibîne. Ew ê bi vê nemîne 6 mehan carê dîtina min ê zêde bibe. Ez dixwazim vê dermankirinê bibînim."
- Dixwaze bibe doxtorê çavan
Cerenê got nikare bi tena serê xwe ji malê derkeve ji ber vê bi piranî di malê da dimîne û wiha got: "Bêyî alîkariye kesekê ez nikarim herim ciyekî. Ez dixwazim bi tena serê xwe bimeşim. Her tim mihtacê alîkariya kesekê me."
Bagişê got dema ji nexweşiyê xilas bibe dixwaze perwerdeya xwe temam bike û bibe doxtorê çavan û wiha pê da çû: "Ez dixwazim bibim doxtorê çavan. Heke bibim doxtorê çavan jî dixwazim alîkariyê bidim kesên wekî min tengasiyê dikişînin û wan pak bikim."
Azat Bagişê ji bo derketina derva û şopandina deran alîkariyê dide xwenga xwe û jê ra pirtûkan dixwîne got, "Xwenga min nabîne. Ji bo ji dersên xwe nemîne ez aliyê wê dikim. Pirtûkan jê ra dixwînim. Hin caran em derdikevin digerin. Hin caran li erdê dikeve ez wê radikim. Daxwaza min ew e ku bigîhije siheta xwe."