Hüseyin Demirci
11 Hezîran 2025•Rojanekirin: 13 Hezîran 2025
Li Sariqamîşa navçeya Qersê, piştî barîna baranê zozan û mera bi kulîlkan xemilîn.
Li navçeyê zozanên Soganli û Kizilçubukê yên raqim 2 hezar û 700 û her wiha Rasta Hançerliyê piştî barîna baranê bi kulîlkên rengbireng va yên wekî beybûn, lale û xaşxaşkan xemilîn.
Li devera ku minminîkên rengbireng jî derketin holê, dîmenên sipehî çêbûn.
Di dehlên li Rasta Hamamliyê da jî sûrevêtk ketin ber kamerayê.
Wênegirên siruştî yên çûn deverê wêneyên kulîlk û minminîkan kişandin.
Wênegirê suriştî Can Akar ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku tam wextê kişandina wêneyên siruştê ye û wiha got, "Em dikarin bêjin ku Sariqamîşê dest bi nîşandana siruşta xwe kiriye. Em jî wekî wênegirên amator wêneyên bi hûrgilî yên kêzik û minminîkan dikişînin. Pêşniyaza me ya ji bo wênegiran bira ji van kêliyan nemînin."