11 Hezîran 2025•Rojanekirin: 18 Hezîran 2025
Deşta Mêrdînê di hilberîna genim da yek ji cihê herî girîng ê Tirkiyeyê ye.
Cotkar ji ber talûkeya şewatê hewl didin ku genimên xwe zûtir biçînin.
Ji bo vê jî, ew şev û roj 24 saetan dixebitin.
Serokê Komeleya Zexîrevanan û Navenda Bazirganiyê ya Dan û Dexl a Qiziltepeyê Mehmet Şerîf Oter ji nûçegihanê AAyê ra got li bajêr bi qasî 3 milyon dekar erd ji bo çandiniya genim û nîskan guncaw e.
Oter got cotkar dixebitin ku dan û dexlên xwe berhev bikin û ji bo vê jî bi şev jî dev ji xebatê bernadin.
Cotkar Mehmet Faruk Badilli û operatorê bîçerê Mazlum Er jî anîn ziman ku ew bi şev jî dixebitin ku genim biçinin.