23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
KARS
Çivîka "qamîşçinê" ya ku li Cineta Çivîkan a Çemê Erezê ya li Rojhilatê Anadoluyê dijî, her sal ji 17 dewletên Rojhilata Navîn û Afrîkayê derbas dibin û bi tevahî 11 hezar kîlomêtro difirin.
Cineta Çivîkan a Çemê Erezê ya li Rojhilatê Anadoluyê qederê 276 cureyên civîkan dihewîne.
Biyologên ji Zanîngeha Utahê ya DYAyê, Zanîngeha Kafkasê, Zanîngeha Koçê û Komeleya Sirûştê ya Bakur a Qersê, li ser çivîkên ku li Cineta Çivîkan a Çemê Erezê ya di navbera Qers-Îdirê da dijîn lêkolînan dikin.
Biyolog ji bo tesbitkirina koça çivîka "qamîşçinê" ya ku 27 gram e û li Cineta Çivîkan a Çemê Erezê ji hêkê derdikeve, dest xebatan kirin.
Di çarçoveya xebetan da cîhaza bi navê Geolocator bi çivîka "qamîşçin"ê va kirin û hat dîtin ku ev çivîk ji ser Rojhilata Navîn va koçî Afrîkayê dikin.
Doç. Dr. Çagan Şekercîogluyê Hîndekarê Zanîngeha Koç û Utahê û Joshua Hornsê xwendekarê doktorayê daneyên di cîhazê da analîz kirin û derket holê ku ev çivîk her sal ji Tirkiyeyê koç dike û ji 17 dewletên Rojhilata Navîn û Afrîkayê derbas dibe û herî kêm 11 dewletan disekine.
Di encama xebetan da derket holê ku ev çivîk di payîz û zivistanê da ji Tirkiyeyê koç dike, li 2 herêmên cuda yên Afrîkayê dimînin, di meha nîsanê da vedigerin Tirkiyeyê û di gulan û tîmehê da li Cineta Çivîkan a Çemê Erezê hêkên xwe datînin.
Li gor daneyan ev çivîk di meha tebaxê da ji Tirkiyeyê ber bi başûr va diçe, di mehên îlon û mijdarê da li Sûdana Başûr-Ugandaya Afrîkaya Navîn li ciyên tropîkal dimîne, di meha kanûnê da koç dike, di rêbendan û adarê da li Deryaya Hindê ya li sînorên Malawî û Tanzanya-Mozambîkê dimîne.
Ev çivîk dema koç dike bi tevahî 11 hezar kîlomêtro difirin.