15 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Mensûbên PKKya rêxistina terorê êrîşên xwe ji cihên çiyayî kişandin navendên bajêran. Hendekên ku mensûban kolan, bergiriyên ku danîn û teqemeniyên ku li rêyan veşartibûn di nav welatiyan de tirsa can heye û ev jî welatiyan mecbûr dihêle ku koç bikin.
Bi hezaran kesê ku ji ber tirsa êrîşên terorîstan ên ku guh nadin jiyanê digel hewaya sar bi hin nivîn û amûrên xwe mecbûr dimînin ku malên xwe biterikînin. Di nav van kesan de kesên xîzan jî hene û ev kes diçin mala xizmên xwe an jî 2-3 mal dibin yek û ji xwe re xanî digirin.
- "Ma ev tiştên ku tînin serê me ji Xwedê rewa ye?"
M.Gyê ku piştî êrîşên terorê yên li navçeya Sûrê ligel xizmên xwe bi cî bû daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku 15 roj beriya niha mecbûr ma ku mala xwe biterikîne.
M.G got fehm nakin ka rmensûbên rêxistinê çima hendekan dikolin û bergirî datînin û wiha axivî: "Ji destpêkirina kolana hendekan pê ve em li malên xwe di nav tirsê de dijîn. Em her roj bi dengê çekan hişyar dibûn. Mala me warê me tune. Di piyên me de pêlav, li ser me cil û berg tune. Ma ev tiştên ku tînin serê me ji Xwedê rewa ye?"
- "Derfeta me tune ev 4 meh in em tî û birçî mane"
Agahan Unê ku ji ber aciziya êrîşên terorê ji navçeya Sûrê koç kir jî got ji ber ku cihekî wî yê çûnê tunebû xwe sipartin nexweşxaneyê.
Un got "Ji bo ku em ji pevçûnan canê xwe biparêzin em sibê zû reviyan û me xwe sipart Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyubî. Derfeta me tune. Ev 4 meh in em tî û birçî man" û diyar kir ku bêyî ku tu tiştê bi xwe re bibin ji navçeyê reviyan.
- "Li ber kargeha min û mala min bombe bi cî kirin"
Esnaf M.Ayê ku li Silopiyê dijî qal kir ku ji ber êrîşên terorê dê biçin li ba xizmên xwe yên li Mêrsînê.
M.A got ku "Li ber kargeha min û mala min bombe bi cî kirin. Em mecbûr man ku bi malbatî mala xwe biterikînin. Înşeallah dawî li bûyerên terorê bê û em bikarin bi rehetî vegerin malên xwe."
- "Derûniyeta zarokên min xira bû"
Ş.Ayê (32) ku 2 meh beriya niha ji Nisêbînê koç kir û xwe sipart ba xizmên xwe yên li Mêrdînê got ku mexdûr bûn.
Ş.A qal kir ku terorîstan li dora mala wî hendek kolan û bergirî danîn û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Her roj dengê çekan dihat û me nedikariya ku em êdî li malên xwe bisekinin. Derûniyeta zarokên min xira bû. Niha dema ku dengekî biçûk dibihîzin ditirsin û xwe diavêjin erdê. Tiştên ku hatin serê me bi rastî jî dijwar bû. Em dixwazin ku dewleta me ji vê yekê re çareseriyekî bibîne."
- "Me nekarî ku em tirsa mirinê çendî hefteyan derkevin derve"
A.Kyê (38) ku li Cizîrê esnafî dikir lê ji ber bûyerên terorê bi malbata xwe re koçî Sêrtê kir jî got ku bavê 6 zarokan e û destnîşan kir ku ji ber êrîşan gelek pirsgirêkên madî û manewî dîtin.
A.K got ku "Çendî rojan nan nehat mala me. Me nekarî ku em tirsa mirinê çendî hefteyan derkevin derve. Ez bi 6 zarokên xwe re di mal de asê mam. Di Pêvajoya Çareseriyê de qet nedihat bîra me ku dê rojên wiha biqewimin. Em niha li dinyayekî gelekî cuda de dijîn." û da zanîn ku bi wan re hemû xizmên wan jî ketin rêyan.
Y.K got "Em dê heta kengî li ba xizmên xwe bijîn? Xwedê vê yekê nehêle ji wan kesên ku bûn sedema vê yekê. Perwerdeya zarokên min nîvî ma" û xwest ku bila ev bûyer xilas bin.