16 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Malbatên ku li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê 25 sal berê ji ber bûyerên şîdetê ji gundên xwe derketin û li taxên li Cizîr û Silopiya navçeya Şirnexê, Sûr, Silwan û Bismîla navçeyên Diyarbekirê, Nisêbîn, Dêrîk û Dargeçîta navçeyên Mêrdînê bi cî bûn dîsa bûn mexdûrê terorê.
Ji ber hendekên ku terorîstan li taxan kolan, bergiriyên ku danîn û teqemeniyên ku li rêyan bi cî kirin ewlehiya canê welatiyan nema û welatî mecbûr man ku malên xwe biterikînin.
Bi taybetî li Cizîr û Silopiya navçeyên Şirnexê, Silwan, Bismîl û Sûra navçeyên Diyarbekirê, Nisêbîn, Dêrik û Dargeçîta navçeyên Mêrdînê êrîşên terorî zêde bûn û malbatên van deran dijîn jî digel hewaya sar bi zar û zêç ketin ser rêyan.
Bi qasî 200 hezarî kes bi eşyayên ku karîn bi xwe re bibin re li ba xizmên xwe yên li gund, navçe û bajêran û Stenbol, Îzmir û Mêrsînê bi cî bûn.
- Malbatan tehdît dikin
Mensûbên rêxistina terorê di serî de Cizîr malbatên dixwazin ku ji navçeyên din jî koç bikin tehdît dikin.
Piştî ku qedexeya derketina derve hat eşkerekirin malbatan xwest ku navçeyê biterikînin. Terorîstên ku li kolanên Nisêbîn û Îdîlê dest danîn ser wesayîtên ku dan sekinandin li ser vê yekê rêyan ji hatûçûyê re girtin. Ji ber ku rêyên derketina navçeyê hatin girtin malbat bi peyatî ji navçeyê derketin.
- "Mirov ji mirin û şîdetê direvin"
Serokê Beşa Civaknasiyê yê Fakulteya Fen Edebiyatê yê Zanîngeha Dîcleyê (ZD) Prof. Dr. Rustem Erkan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir tiştên ku li navçeya Sûrê diqewimin ji koçê cudatir e û wiha axivî: "Em nikarin ji bo vê yekê bibêjin koç. Ev rev reva ji şîdet û mirinê ye. Heke paşvegerîna wan dirêj bikêşe dê ev bikeve nav koça mecbûrî."
Midûrê Navenda Lêkolînên Siyasî Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu jî got ku piraniya kesên ku li Sûrê rûdinin ew kesên ku 25 sal berê niha koçî herêmê kiribûn in.
- "Hendek ji bilî sefaletê dê tu tiştî ji kurdan re neyne"
Serokê Federasyona Piştevaniya Civakî ya Mêrdînê (MTDF) Mehmet Şerîf Oter jî ev gotin:
"Gel di nav tirs û fikarên mezin de bi awayekî bêhêvî û neçar disekine. Hema bêje aborî li herêmê rawestiya. Ev hendek di serî de gelê kurd zirareke mezin dide gelê herêmê. Hendek ji bilî sefaletê dê tu tiştî ji kurdan re neyne."