Muhammet Kurşun
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
DIYARBEKIR
Camiya Mezin a Diyarbekirê ku wek Herema 5emîn a Alema Îslamê tê naskirin reng û dîmenekî ciwan pêşkêşî temaşekerên xwe dike.
Camiya Mezin a Diyarbekirê ku piştî Kabe, Mescida Nebewî, Mescida Eqsa û Camiya Emewî wek Herema 5emîn a Alema Îslamê tê qebûlkirin, bi renge û dîmenê xwe yê ciwan bînerên xwe heyran dihêle.
Bi taybetî jî piştî ku camî hat nûkirin û derdora wê jî di ber dest re hat derbaskirin xweşikahiyeke cuda derket holê.
Camiya Mezin, êvaran û bi şev şoleneke dîmen û rengan di xwe de dihewîne.
Navçeya Sûrê hemû bi saya îhtişama Camiya Mezin qîmet û ehemmiyeteke cudatir bi xwe ve dibîne.