Cüneyt Çelik
22 Nîsan 2021•Rojanekirin: 28 Nîsan 2021
Gola Kuyucukê di nav sînorên Arpaçaya navçeya Qersê da cih digire. Bi germbûna hewayê ra û zêdebûna ava golê ra çûkên koçber cardin hatin ser golê.
Gol bi peymana Ramsarê va di binê parastinê da ye, lê ji ber ku 3 sal berê ava golê bi temamî miçiqî, êdî çûk jî nehatin ser, lê piştî ku vegeriya rojên berê, cardin mazûvaniya hin cureyên çûkan dike.
Di navbera Avrasya û Afrîkayê da gelek çûkên ku koç dikin, li ser golê bêhna xwe vedidin û demeke kurt li ser dimînin. Bi pêşengiya Walîtiya Qersê xebatên sondajê hatin kirin û ava golê hat zêdekirin. Ji ber vê ev du sal e gol cardin bi çûkan şên dibe.
Gol li ser nêzî 245 hektarî ye û Qada Ramsarê jî 416 hektar e. 213 cure teyr û tûyên ku di nav da gelek cureyên werdek, qaz û çûkan hene, li ser golê dicivin.
Ji niha va ji 35 cureyan nêzî 6 hezar teyr û tû hatine ser golê.
Ava golê biharê ji sedî 70 tije bû û di nav mehekê da ji 35 cureyan nêzî 6 hezar teyr û tû hatin ser golê.