Volkan Kaşik
23 Nîsan 2021•Rojanekirin: 24 Nîsan 2021
"Kulîçeyên Meletiyê" yên ku bi ar, rûn şekir tên çêkirin di rojiya Remezanê da jî tehma devê welatiyan xweş dike.
Hevîrê kulîçeyên ku li Meletiyê ji berê da tên çêkirin di qazanên hevîr yên mezin da tê lihevxistin, hevîr demekê ji bona tirş bibe tê sekinandin. Peyra hevîrê tê gindorîkirin tê birîn û di nav kefa dest da tê gerandin û şiklê xwe digire.
"Kulîçeyên Meletiyê" yên ku bi ar, rûn şekir tên çêkirin di rojiya Remezanê da jî tehma devê welatiyan xweş dike. ( Volkan Kaşik - Anadolu Agency )
Kulîçeyên di tepsiyê da tên rêzkirin piştî dendikên mişmişan didin serê di firûnê da dipijin.
"Kulîçeyên Meletiyê" yên ku bi ar, rûn şekir tên çêkirin bi taybetî di rojiya Remezanê da jî eleqeyeke mezin dibînin û dişînin çar aliyên Tirkiyeyê.
- "Kulîçe salek jî bimînin kartî nabin"
Hosteyê kulîçeyan Mehmet Turkogluyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku kulîçeyên Meletiyê tehmeke muhîm ya Meletiyê ye.
Turkoglu destnîşan kir kulîçeyan ji arê dendikên mişmişan jî çêdikin û got ku me ji bona bê tescîlkirin serlêdan jî kiriye.
Turkogluyê diyar kir kulîçeyên Meletiyê ji arê curbecur çêdikin wiha peyivî, "Em pêşiyê şekirê pudrayê û rûnê malan li hev dixin û ar berdidin navê, peyra em hevîr disitirin. Kulîçeyên tên amadekirin di germahiyeke 230-240 pileyî da 20-25 deqîqe di firûnê da dimînin û peyra amade dibin. Ji ber ku tê da tiştek din tuneye kulîçe salek jî bimînin kartî nabin. Di rojiya Remezanê da eleqeya ji bona kulîçeyan zêde dibe. Em li ser siparîşan kulîçeyan dişînin çar aliyê Tirkiyeyê. Kîloya kulîçeyan 40 lire ye."
Ji welatiyan Fatîh Ozçelik destnîşan kir li Meletiyê ev kulîçe zehf tê hezkirin û got ku xizmên me yên li derva ji me dixwazin, kulîçe di rojiyê da piştî fitarê bi çay û qehweyê ra xweş e.