Harun Nacar
06 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2022
Li Elcewaza navçeya Bidlîsê daweşandina darên gûzan dest pê kir ku gir in û xwedî tam û aromayeke resen in.
Di gûzên Elcewazê yên ku bi tehm û rêjeya xwe ya rûn va derdikevin pêş da îsal 6 hezar û 530 ton rekolte tê pêşbînîkirin.

Endazyarê ziraetê Candost Arikbaş ê peywirdarê Midûriyeta Xurek Çandinî û Daristanê ya Navçeyê ye, diyar kir ku daweşandina darên gûzan a sala 2022yan dest pê kir.
Arikbaş bal kişand, li navçeyê ji 69 hezar darên gûzan ên li 16 hezar dekar erdî, 6 hezar û 530 ton rekolte tê pêşbînîkirin û wiha dewam kir, "Gûzê Elcewazê bi navê Kazankaya û Adilcevaz13 hatiye tescilkirin. Gûzê Elcewazê ya rûn û aromaya wê di ser standardên dinyayê da ye, cotkar rûgeş kirin."
Hilberînerê gûzan ê Elcewazî Mehmet Akkoyun jî diyar kir ku pirsgirêka bazarê ya gûzên Elcewazê tuneye û wiha dewam kir, "Em hersal bi kargoyê an jî bi rêyên cuda gûzên xwe dişînin dervayî bajêr. Tehm û aromaya gûzên me yên li raqima 1800î bilindtir hêşîn dibin, di ser standardên dinyayê da ye. Her wisa em bi cisnên Kazankaya û Adilcevaz13 va li her derê Tirkiyeyê baxên darên gûzan çêdikin. Em dixebitin da ku hemû welatiyên me gûzên Elcewazê tehm bikin."