Ayşe Karaosmanoğlu
09 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2026
Dawiya hefteyê dê piraniya welêt şilî û baran bibare.
Cenzgîz Çelîkê Pisporê Texmîna Hewayê yê Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê der barê rewşa hewayê da ji nûçegihanê AAyê ra nirxandin kirin.
Çelîk da zanîn ku dê ji sibê welêt ji danê sibê pê va bikeve bin bandora pergala bi şilî û baran û dê li herêmên rojava şilî dest pê bike.
Çelîk diyar kir ku sibê bayê ku dê ji aliyên başûr û başûrê rojava di saetê da 80 kîlomêtro rabe dê li herêmên rojava bi bandor be û got ku "Em ê li rojavayê Egeyê jî barana gur û cî bi cî taviyên bi birqetav bibînin."
Çelîk diyar kir ku şilî dê piranî wekî baran bê dîtin û got ku "Bi lodosê ra dê germahî zêde bibe. Lêbelê ji roja yekşemê pê va dê dîsa bi lez germahî dakeve. Roja yekşemê dê li tevahiya welêt bi şilî be."
Çelîk behs kir ku roja yekşemê dê li herêmên rojava û navîn barana gur dewam bike û wiha axivî:
"Li herêmên navîn jî dê roja duşemê bahoza lodosê dewam bike. Roja duşemê herêmên navîn û rojhilat dê bi bandora lodosê da bin û her wiha li van herêman şiliyêng ur dê dewam bikin. Roja duşemê pê va dê ji herêmên rojava dest pê bike û germahî bi lez dakere û li Stenbolê berf tê payîn."
- Rewşa hewayê ya li 3 bajarên mezin
Çelîk diyar kir ku li Enqereyê şilî nayê payîn û roja pêncşem û roja yekşemê baran, li cihên bilind şilope û ûvarê jî şilope û berf tê payîn.
Çelîk got ku li Stenbolê sibê û yekşemê barana gur tê payîn û got ku "Roja duşemê li Stenbolê bi daketina germahiyan dê şilope û berf bê."
Çelîk got ku li Îzmirê jî seranserê dawiya hefteyê barana gur û barana gur a birqetav tê payîn.